Hakkımızda

Weşanxaneya Peywendê ku di sala 2013an de bi durişma "Teorî bi Kurdî Xweş e" dest bi karê weşangeriyê kir, bi ked û alîkariya gelek nivîskar û dildarên kurdî hetanî niha gelek berhemên hêja çap kir û di qada weşangeriya kurdî de ji xwe re cih û riyek vekir.
Di nava wê demê de, di navbera nivîskar û xwendevanan û Peywendê de têkiliyeke xweş û dostane çêbû, weşanxaneya Peywendê bû wek weşanxaneyeke kolektîf.
 
Em wek xwedî û kedkarên Peywendê yên berê, pêşî ji nivîskar û xwendevanên Peywendê re spasiyên xwe pêşkêş dikin ku Peywend bi saya wan gihîşt îro. Di nava heft salên borî de, gelek kesan çi madî, çi manevî destek dane me. Ji hemû kesên ku keda wan ketiye nava Peywendê re em spasiyên xwe pêşkêş dikin û malavayiya wan dikin.
 
Her wisa îhtimale ku kêmasiyên me jî çêbibin, dilê hin xwendevan û nivîskaran jî li me mabe... Ku hebin kêmasiyên me, em lêborina xwe ji we dixwazin...
 
Carinan divê bargirê wezifeyan biguherin. Ji îro pê ve karê Peywendê wê ji aliyê ekîbek nû û enerjik ve bê meşandin. Peywend wê di bin rêveberiya Xalid Sadinî de ku hetanî niha raya giştî ya kurdî wî bi nasnameya wî ya nivîskariyê nas dike, di bin banê www.kitabakurdi.com de, li bajarê Wanê weşana xwe berdewam bike.
 
Em bawer dikin Peywend wê ji îro şûn de jî bi heman hesasiyetê, li ser xet û prensîbên xwe bimeşe û ji bo pêşketina çand û wêjeya kurdî riya xwe berdewam bike.
 
Her wisa, em ji xwedî, rêveber û kedkarên Peywendê yên nû re jî serkeftin û serfiraziyê dixwazin.
 
Wek hezkiriyên ziman û wêjeya kurdî ji niha şûn de jî em ê her bi Peywendê re bin, çi ji dest me bê em ê jê texsîr nekin.
Kapat