PÎŞ Û KAR
Kewtme naw çerxa zemanî min neman umêd û hal
Hub û hesret man di dil da bûm şuyuxek pîr û kal
Bi hizaran sal ‘umir bît akubet her mirin e
Malê Qaron te di dest bît malbirin her kifin e
Teşbihê xewn û xiyalan dê biçît wek yêk dem e
Nîn e keyf û lezzeta wê kul û derd û elem e
Kewtne hewesa jiyanê me mirin naête bîr
Se’ û xîrêt me çu nînin sûc û curm gunhê kebir
Hey hawar û sed mixabin bo wê jîna bê’emel
‘Umir borand bi hesûdî kîn xirabî dil xelel
Dilxirab û qelbqirêj zimantûj û zaxelbeser
Nîn e karek wî di destî dilêt kovan û keser
Qîmeta ‘umrî nezanî kanê ji bona çi ye
Xêr û çakî wê birandin pîş û kar xirabî ye
Ferqa xêr û gunehê nekir ji hev ma di nav da
Nehêt bîrê dûmahî ew kewtye di nav xeman da
Çendî zor e rûreş û şerminde çûna mehşerê
Pêş mewlayî nîn e cihê îtiraz û xeberê
Min hawar û gazî j’vî halê giran û bêmefa
Nekevne nav vî derdê nexweş bo xatra Mustefa
Mayme bi destê xalî çu tiştek baş nîn e tê da
Bûyme miflisê axret mayime di nava rê da
Ey Xerîbê bêçare min sed hîvî û gazî ye
Hatime dergahê ya Rebî jê bibe razî ye

| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| 1 | - | - |
| 2 | 157,50 | 315,00 |
| 3 | 110,00 | 330,00 |
| 6 | 57,50 | 345,00 |
| Taksit Sayısı | Taksit tutarı | Genel Toplam |
|---|---|---|
| Tek Çekim | 300,00 | 300,00 |
| 2 | - | - |
| 3 | - | - |
| 6 | - | - |