FEQÎNASÎ

Stok Kodu:
978-6256-963-03-0
Kategori:
%25 indirimli
300,00TL
225,00TL
100 adet mevcut
978-6256-963-03-0
362465
FEQÎNASÎ
FEQÎNASÎ
225.00

FEQîNASÎ - 

Dema mijar tê ser edebiyata Kurmancî ya klasîk berî her tiştî sê şexsîyet têne bîra mirov. Ev sê şexsîyet li gor rêzê Melayê Cizîrî, Feqîyê Teyran û Ehmedê Xanî ne. Ev sê şexsîyet li asîmanê edebîyata Kurmancî wekî stêrka Sureyyayê ne û bi hev re ronahîyê didine erdnîgarîya Kurdan û asîmanî dixemilînin.

Bêguman Feqîyê Teyran bi xêra berhemên xwe quncikeke fireh di dilê gelê xwe de girtîye. Derbareyê Feqîyê Teyran de di nava gel de gelek çîrok û hikayeyên xerîb û fantastîk jî belav bûne û ew çîrok wekî rastî hatine qebûlkirin. ‘Işqa wî digel Sînemê, feqetîya wî, hevaltîya wî digel Melayê Cizîrî, axaftina wî digel teyr û tulûran newal û çîya û ber û behran heta mirina wî û tabût û tirba wî ev hemû bûne çîrokên rastî di nava gel de.

Zimanê şi‘ra Feqîyê Teyran ji qebîla sehl-i mumteni‘ e, bi hêsanî tê fêhmê, lê bi hêsanî wekî wan nayête gotin û nayête nivîsîn. Feqî, mîna adeta zemanê xwe neçûye û şi‘rên xwe bi Erebî û Farisî nexemilandiye. Wî her hewl daye ku rewş û xemla şi‘rên wî tenê bi zimanê Kurmancî be. Ji her beyteka wî bêhna sosinên çîyayan difûre, ji dengê her şi‘ra wî dengê teyr û tilûrên curbecur tê, ji loma hîn jî ji heft salîyan heta heftê salîyan hemû kesên ku bi Kurdî dizanin bi hêsanî dikarin şi‘rên wî bixwînin û tam û zewqa edebîyata Kurmancî jê wergirin.

Ev nêzî 4 esran e ku Feqîyê Teyran ji nav me bar kiriye û çûye. Wî li pişt xwe ne mal hişt ne milk hişt ne jî ewlad û zarok hiştin. Wî li pişt xwe dîwanek û sê menzûmeyên Kurdî; Bersîsê Abid, Şêxê Sen‘an û Zenbilfiroş hiştin.

Yorum yaz
Bu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.
Kapat