“Zemanê berê hema hema li her medreseyeke Kurdistanê dîwanên Melayê Cizîrî û Feqiyê Teyran hebûn û dema ez feqî bûm çavê min bi van şaheserên edebiyata kurdî ket û bandorekî zêde li ser min danîn û heza ji helbest û edebiyata kurdî kete dilê min. Her wisa bavê min jî dengbêj bû û eva jî bû sedem ku meraqa min li ser çand û hunera kurdî jî zêde be û ji dema ku ez hê feqî bûm min dest bi gotina helbestan kir.”